Şeva Yelda a Kurdên Gîlanê bi amadebûna girûpa “Dîlan” a bajarê Urmiyê birêve çû

12:01 - 23 Kanûna pêşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Saziya Kurdê Gîlanê merasimeke mezin bi merema şeva Yeldayê lidar xistin û di vê merasimê de jî girûpa Dîlan a bajarê Urmiyê jî, amade bû.

Pêka Nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, Kurdên Gîlanê bi amadebûna girûpa “Dîlan” a ser bi bajarê Urmiyê, rêûresma şeva Yeldayê lidar xistin.

Di wê merasimê de, girûpa Dîlana Kurdî a bajarê Urmiyê, çend dîlanên cuda ji bo amadebûnan lidar xist.

Di wî rêûresmê de, tevî amadebûna çalakvanên medenî û çandî yê Kurdên Gîlanê, çalakvan û rojnamevan ji bajarê Urmiyê jî, amade bibûn.

Ew rêûresma şeva Yeldayê ji aliylê Saziya Kurdên Gîlanê ve hatibû amadekirin.

Saziya Kurdên Gîlanê di sala 1386`an de bi navê Saziya Kurd ên warê kesk ên Îraniyan dest bi kar kiriye û piştre ew Saziyê ji aliyê 12 kes ji navdarên kurd ên Gîlanê ve bi merema avakirina yekîtiyek di navbera Kurdên Gîlanê de hatiye avakirin.

Çalakiyên wî Saziyê di ser astên çandî, civakî, hunerî, geştiyarî û hewil ji bo parastina jîngehê de ne.