Seva du Buyerên cûda cûda li Pîranşehr û Seqizê 2 kes bûne qurbanî

13:36 - 6 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Seva Birûsk û teqîna maynê li Pîranşehrê welatiyek û li Seqizê 4 welatiyên hatin kuştî û birîndar kirin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa Kurdpa, roja Pêncşem berwar 4’ê Nîsana 2013’an welatiyek Kurd binavê “Husên Ravnan”temen 39 salî û xelkê gundê “Endêze”a ser bi Pîranşehrê seva teqîna mayinê cane xwe ji dest da.

Welatiyê han li dema çerandina pêz û heyvanê xwe li nêzîk “Qereqola”Peswê seva teqîna mayinê bi xurtî birîndar bû û piştî şandin bo nexweşxaneya bajarê Pîranşehrê seva birînên kûr, canê xwe ji dest da.

Çavkaniyek haydar bi ajansa kurdpa ragehand: Welatiyê Kurd seva mayinên bi cî mayî ji şerê Îran û Îraqê canê xwe ji dest daye.

Her wiha Şeva bihurî 3’ê welatiyên Kurd yên xelkê bajarê Seqizê li nêzîk gundê “Bestam”a ser bi herêma Serşîw a Seqizê seva lêdana Birûskê kuştî û birîndar bûn.
di buyera han de kesek binavê “Eyşê Selîmî”temen 35 salî û Zana Rehîmzade temen 13 salî û Meryem Rehîm zade temen 30 salî bi xurtî birîndar bûn û jibo nexweşxaneya Seqizê hatin şandin.