Şeş welatiyên xelkê bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin

17:09 - 13 Çirriya paşîn 2021

Sibêdeha roja Şemî 22`ê Xezelwerê, 6 welatiyên Kurd ên bi navên “Ferîd Direxşanî, Keyvan Mînûyî, Ebdullrehman Efşar, Îdrîs Behramiyan, Ebdullrehman Eştek û Mihemed Ehmedî” xelkê bajaroka “Nê” yê ser bi bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Ew 6 welatiyên Kurd bi bê belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin û piştre bo ciheke nexuya hatine veguhastin.

Heya niha lipeykevtinên malbatên wan welatiyan bo zanîn ji qedera wan bê encam mane.

Heya dema belavbûna wê nûçeyê ji sedemên binçavkirin û tohmetên sepandî li ser wan 6 welatiyan ti zaniyariyeke serast li ber dest nîne.