Şeş welatiyên bajarê Îlamê kêmtir li 24 demjimêran bûn bi qurbaniya gazgirtinê

23:13 - 27 Adar 2021

Şeş kes li du malbatin xelkê bajarê Îlamê, di dema seyranê de, bi sedema gazgirtinê di bin xîvetê de canê xwe ji dest dan.

Şeva Pêncşemî 5 Xakelêwe, sê kes ji devera “Enarek” a bajarê Çar yê ser bi Parêzgeha Îlamê, bi sedema gazgirtin di nava xîvetê de, canê xwe ji dest dan.

Ew sê kes ku endamên malbatekê bûn alavên gerimkirinê yên nestandart bi kar anîbûn.

Ji aliyekî din ve jî, di bûyerek wiha de roja Înê, sê kesên din bi sedema jehrawîbûna gaza Monoksîd Kerbon li deverek din a ser bi parizgeha Îlamê, canê xwe ji dest dan.

Ew du malbat di dema seyranê de û kêmtir ji 24 demjimêran rastî wê bûyerê hatine.