Şeş welatî li bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin

17:48 - 3 Tebax 2021

Roja Dûşemî 11`ê Gelawêjê, şeş welatiyên Kurd ên bi navên “Ferhad Me`irûfî”, xelkê gundê “Alyawê”, “Rehman Esedî” kurê “Mehmûd” xelkê gundê “Aliyawê”,“Ubeyd Enwerî”, kurê Rehîm, xelkê gundê “Alyawê”, “Hesen Şadîxa”, xelkê gundê “Sînganê”, “Rêbwar Çarikdarî”,temen 22 salî, kurê Mihemed, xelkê bajarê Şinoyê û “Celal Qadirzade”, kurê Ebdulla xelkê bajarokê “Nelosê”, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Hêzên ewlehî, ew şeş welatiyane bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî binçav kirine.

Di navbera wan şeş kesan de, “Hesen Şadîxa” piştî çend demjimêr lipêrsînê hatiye azadkirin.

Ew pênc welatiyên din piştî binçavkirina wan bo cihekî nexuya hatine veguhastin û heya niha ji qedera wan ti zanyariyek ji ber dest nîne.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wan şeş welatiyan de hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest  nîne.