Şeş hepsiyên tûşbûyî bi vîrûsa Koronayê bo nexweşxaneyê hatine veguhastin

18:39 - 1 Hezîran 2020

Di heyamê çend rojên derbasbûyî de, 6 hepsiyên tûşbûyî bi vîrûsa Koronayê di benda 15`e a girtîgeha navendî a bajarê Urmiyê bo nexweşxaneya “Taliqanî” a wî bajarê hatine veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar di girtîgeha bajarê Urmiyê, nasnameya yek ji hepsiyên tûşbûyî bi vîrûsa  Koronayê, yê bi navê “Ferdîn Seyadî” temen 38 salî û xelkê bajarê Urmiyê hate ragihandin.

Herwisa di heyama derbasbûyî de, “Mihemedşerîf Salim”, hepsiyê siyasî ê Kurd, di girtîgeha navendî a bajarê Urmiyê de tûşî vîrosa Koronayê bûye.

Piştî baş bûna rewşa tendirustiya wî hepsiyê siyasî,  û dawî pê hatina dermanên wî di nexweşxaneya “Taliqanî” de hatibû mirexeskirinê.