Serpêhatiya Çalakek Olî ê Kurdistanê ne Rohn e

20:41 - 29 Tîrmeh (Temûz) 2012
Ajansa Kurdpa: Berpirsê Odeka muftiyekê ku hevdem Endamê “Şêwra Mekteba Qur’ana Kurdistan”ê ye, bi destê Hêzên Ewlehiye Komara Islamiya Îranê hate binçavkirin.

Pêka Nûçeyê Nûçegihaniya Kurdpa, Ebduull Ebbasî Berpirsê Odeka muftî Hesen Emînî ku hevdem Endamê “Şêwra Mekteba Qur’ana Kurdistan”ê ye, bi destê Hêzên Ewlehî li ser Rêya Kirmaşan-Sine hate binçavkirin.

Heya dema belavkirina wê Nûçeyê ji sedema binçavkirina wî ti zanyariyek derneketiye holê.

Li gor Nûçeyê “Îlam Kurd”, Malabat wî û Şêwra Mekteba Qur’an, bi mebesta haydarî ji rewşa Ebduula Ebbasî serdana Şûnên pêwendîdar kirine lê çi Berpirsên han çi Zanyariyek nedane wan.

Li demên derbasbûyî de û bi xasmanî li çend heyvên bihorî, Çend caran Hesen Emînî bo Dadweriya Taybet bi Rûhaniyetê hate gazîkirin û lêkolîn jê hati kirin.