SEROKWEZÎRÊ “FICÎ”Ê KURDISTANÎ XELAT KIRIN

13:51 - 10 Çirriya pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Serokwezîrê “Ficî”ê Serokwezîrê Kurdistanê û xelkên Kurdistanê xelat kirin.

Li gor rojnameyên Êraqê, Duh Cîgirê Berpirsê peyvendiyên Derve yên Hikûmeta herêma Kurdistanê “Dîndar Zêbarî” pêşwaziya Fermandarê Pasewanên Ficî yên ser bi NY yên li Îraqê Jeneral Jony Mara û Berpirsê Nivîsgeha NY yê li Kurdistanê kir.

Di destpêka hevdîtinê de heyeta mêwan armanca serdana xwe ji Zêbarî re rave kir û daxuyandin ku, armanc ji vê serdana han xatir xwestin ji Rayedarên Kurdistanê ye û gotin: Ew yek ji ber viya ye ku dema erkdariya wan li Îraqê de bi dawî hatiye.

Di wê hevdîtinê de bas li ser rewşa Kurdistanê û Êraqê hatekirin û rewşa Kurdistanê bi başî nav jê hate birin.

Di dawiya vê hevdîtina han de Serok heyeta mêwan ragihand ku, peyama Zêbarî û peyama Hikûmeta Kurdistanê digehîne Rayedarên Ficî û nav hatî herwiha xelatên Serokwezîrê Ficî jî pêşkêşî Serokwezîr û xelkê Kurdistanê kir.