Serokê NACA: Rîklamkirina Kala Û Şimekan Li Nav Televîziyonan De Qedexe Ye

21:24 - 5 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Fermenderê Giştî yê Hêzên Întîzamî ya Komara Îslamî ya Îranê li Tehranê “NACA” ragihand ku her firoşyaerek ku ji bo firotina şimekên xwe di nava televîziyonan
de navnivîsî dikin, dê bi wan re riftara yasayî were kirin.


Nûçegihaniya ÎSNA yê li ser zimanê Îsmaîl Ehmedî Muqedem Fermenderê “NACA” ragihand niha pêde tu firoşyarek û xwedî kompaniyek ew maf tune ku di kanalên esmanî de reklamkê ji bo şimekên xwe bike.


Muqedem bawermend e ku rîklamkirin ji bo şimekan di kanalên esmanî de dibe sedema berfirehkirina kultûra mifawergirtin ji setelaytê.


Ehemdî Muqedem herwiha got ku me bi hevahengî ligel dezgeha dadwerî û berpirsên navendên senfî biryar daye niha pê de ew kesên ku ji bo firoştina berhemên xwe di nava kanalên esmanî de navnivîsî dikin seza bidin.