Serokê Berê Yê Enîstîtûya Kurd Li Tehranê Li Jêr Zextên Navendên Ewlekarî De Ye

21:34 - 5 Çirriya paşîn 2011

Kurdpa: Nivîskarekî Kurd û serokê berê yê Enîstîtûya Kurd li Tehranê bi navê Elî Belxkanlo, xelkê bajarê Mako û akinciyê bajarê Tehranê bi sedema nivîsînên xwe li jêr zext û givaşên navendên ewlekarî û dadwerî ên Komara Îslamî ya Îranê de ye.


Li gor nûçeya nûçegihaniya Ajansa Kurdpa li Tehranê, Elî Belxkanlo, nivîskar û wergêrê çendîn pirtûkên siyasî û zimanevanî ji zimanê Firansî bo ser zimanê Kurdî û Farsî, derbarê pirtûka xwe ya dawîn ku derheq zimanê Kurdî wergêran kiriye bo ser zimanê Farsî, bi sedema baskirina dîroka Madan, îzna çapê jêre nedane.


Navbirî heriwah ji sala 2001 heta 2007-an rêveberê Enîstîtûya Kurd li Tehranê bûye.
Belxkanlo seba vekirina devreya hînbûna zimanê Kurdî bi tîpên latînî li Tehranê ketiye jêr zext û givaşên dezgehên ewlekarî ên hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê.
Elî Belxanlo heyamek beriya niha daxwaza îzna derkirina rojnameyek Kurdî-Farsî li devera Urmiyê kiribû ku ji aliyê Wezareta Ferheng û Îrşad ve, ew daxwaz hat redkirin.