Sernivîserê mehname ya “Jîlwan” di bajarê Tehranê de hate desteserkirin

17:08 - 18 Kanûna pêşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Sernivîserê mehname ya “Jîlwan” di bajarê Tehranê de ji aliyê hêzên îtila`atê ve hate desteserkirin.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Sêşemî, 26`ê Sermawezê, hêzên îtila`atê, “Humayun Ebasî”, Sernivîserê mehname ya “Jîlwan”ê di bajarê Tehranê de hate binçavkirin.

Ew sernivîserê Kurd ê mehname ya “Jîlwan”ê ji aliyê hêzên îtila`atê ve bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî hatiye binçavkirin û li sedema desteser kirin û cihê wî nivîserê Kurd, ti zanyariyek ji ber dest nine.

Ew rojnamenivîse Kurd e û xelkê bajarê Şahabada ser bi bajarê Kirmanşanê ye.

Mehnameya siyasî -civakî ya “Jîlwan”, li heyama 5 sale ku bi zimanên Kurdî û Farsî di Kurdistan û Tehranê de tê weşandin.