“Şêrko Minberî, Zaniyar Minberî û Siyamek Areng” bi danîna barimteyê hatin azadkirin

19:04 - 1 Gulan 2022

Îro Yekşemî 11`ê Banemerê, sê welatiyên binçavkirî ên bi navên “Şêrko Minberî, Zaniyar Minberî û Siyamek Areng” xelkê gundê “Niyer” a girêdayê bajarê Sineyê bi danîna barimteyê ji girtîgeha wî bajarî hatin azadkirin.

Ew sê welatiyên Kurd her yek ji wan bi danîna barimteya biqasî  800 milyon Tumenî bi awayek demkî heta dema bi dawîhatina heyama dadgehê ji girtîgeha bajarê Sineyê hatin azadkirin.

Roja Yekşemî 19`ê Befranbara sala 1400`an a rojî, Şêrko Minberî piştî gazîkirina bo îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hatibû binçavkirin.

Roja Pêncşemî 9`ê Banemera sala 1400`an a rojî, ew welatiyê Kurd, bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û roja Şemî 6`ê Xermanana sala 1400`an a rojî bi danîna barimteyê bi awayek demkî ji girtîgeha bajarê Sineyê hatibû azadkirin.

Herwisa sibêdeha roja Yekşemî 23`ê Xezelwera sala 1400`an, Zaniyar Minberî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û Siyamek Areng jî, sibêdeha roja Yekşemî 14`ê Sermaweza sala 1400`an a rojî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Ew sê welatiyên Kurd piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê, ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê bo girtîgeha wî bajarî hatibûne veguhastin û di heyama binçavkirinê de, ji mafê “destpêregihîştina bi parêzer” û “hevdîtin digel malbatên xwe” hatibûne bêparkirin.

Heta niha ji sedema binçavkirin û tohmeta ku li dijî wan sê welatiyan hatiye sepandin ti zanyariyek ber dest nîne.