“Şêrko Minberî” piştî gazîkirin bo îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hate binçavkirin

17:24 - 10 Kanûna Paşîn 2022

Roja Yekşemî 19ê Befranbarê, welatiyek Kurd ê bi navê “Şêrko Minberî”, xelkê gundê “Niyer” ê ser bi bajarê Sineyê, piştî gazîkirin bo îdareya Îtila`ata wî bajarî hate binçavkirin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, ew welatiye ji rêya pêwendiya telefonî ve hatiye gazîkirin û ji sedema gazîkirina navbirî bo îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê ti zaniyariyek ji ber dest nîne.

Roja Pêncşemî 9ê Banemerê, “Şêrko Minberî”, bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û roja Şemî 6ê Xermananê bi danîna barimteyê bi awayek demkî ji girtîgeha bajarê Sineyê hatibû azadkirin.

Sibêdeha roja Yekşemî 23ê Xezelwerê, birayê wî welatiyê yê bi navê “Mîlad Minberî”, bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û li girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê di bên lêpirsînê de ye.