Şêrko Bêkes helbestvanê navdarê Kurdistanê koça dawiyê kir

18:48 - 5 Tebax 2013
Ajansa Kurdpa: Helbestvanê navdarê Kurdistanî Şêrko Bêkes di 4 ê tebaxa 2013 `an de li bajarê Stockholma paytexta Swêd`ê ji ber nexweşiya penceşêrê çûye ber dilovaniya Xwedê.
Roja yekşembî berwar 4/8/2013 li nexweşxaneya Stockholm ya welatê Swêdê, Şêrko Bêkes helbestvanê navdarê Kurdistanê ji ber nexweşîya şêrpenceya gevî canê xwe ji dest da.

Bêkes ji bo çareserîya evê nexweşîyê, heyamê çend rojan bû ku li nexweşxaneyeke Stokholm a paytexta Swêdê di jêr çavdêrîya pizîşkî de bû.
 
Şêrko Bêkes kiye?

Şêrko Bêkes di 2 ê Gulana 1940`an de li bajarê Silêmaniyê ji dayî bûye û kurê helbestvanê navdar Faîq Bêkes bû.

Şêrko Bêkes li bajarê Bexdadê xwendina xwe ya zanîngehê qedandiye û kitêba xwe ya yekem jî dîsa li vî bajarî di sala 1968`an de çap kiriye.

Şêrko Bêkes di navbera salên 1965-1987`an de pêşmerge bû û di heman demê de jî di Radyo ya bi navê Dengê Şoreşê de dixebitî.

Şêrko Bêkes di serê sala 1970`ê de di nava tevgera \"Ruwange\" de cîh girt  ku ev tevger ji bo helbesta Kurdî rêyek nû vekir û hebesta nûjen têde derket holê di vê tevgerê di her hêlê de bêhna jiyana Kurdî ket helbesta Kurdî.

Şêrko Bêkes digel çend nivîskar û helbestvanên Kurd kovareke bi navê Rwanya derxistin.

Piştî têkçûna şoreşa Îlona 1974`an Şêrko Bêkes car din vegeriya bajêr, Lê vê carî jî hikûmeta Îraq`ê, Bêkes ji bo çar salan şand sirgunê.

Şêrko Bêkess di sala 1984an de beşdarî serhildana li Başûrê Kurdistanê bû û 1986`an de wek penaber çû welatê Swêdê.

Şêrko Bêkes Di sala 1991`an de li Başûrê Kurdistanê wek wekîl dikeve parlemanê û sal nîvekî wezîriya çandê kir.

Şêrko Bêkes li Silêmaniyê dijiya û seroktiya navenda çandê ya bi navê Sardam (anku, Serdem) dikir.