Şêrko Agûşî piştî murexesiya xwe vegeriya bo girtîgeha bajarê Nexedeyê
Roja Înê 6`ê Xakelêwe, Şêrko Agûşî, girtiyê siyasî û xelkê bajarê Pîranşehrê, piştî bi dawîhatina heyama murexesiya xwe vegeriya bo girtîgeha bajarê Nexedeyê.
Ew girtiyê siyasî roja Pênşemî 30 Rêbendana sala 1399an, bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî ji girtîgeha bajarê Nexedeyê hatibû murexesiyê.
Ew welatiye berê jî, ji aliyê dadgeha Înqilab a bajarê Pîranşehrê ve bi tometa “endambûn li yek ji Partiyên Kurd yên dijberê hikûmeta Îranê”, bi 5 sal girtîgeha teizîrî hatibû cezakirin.
Navbirî di dosyeyekî din de bi tohmeta “hewla çekdarî li dijî hêzên Spaha Pasdaran”, hatiye cezakirin û ew dosyaye li dadgeha Înqilab a bajarê Mihabadê vekiriye û kombûna dadgehîkirina navbirî li wê dadgehê de bi rê ve diçe.
Şêrko Agûşî, roja Şemî 9`ê Xermanana sala 1398an, piştî birîndarbûn ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran ve hatibû binçavkirin.
Roja Înê 8`ê Xermanana heman salê, “Sadiq Agûşî” birayê wî welatiyê bi sedema teqeya hêzên Spaha Pasdaran canê xwe ji dest dabû.
Herwisa “Kawe Agûşî”, bavê wan du welatiyan, roja Înê 8`ê Xermanana sala 1398an û piştî bi dawîhatina lipêrsînê hatibû azadkirin.