Şêrko Agûşî piştî bi dawîhatina mirexesiya wî vegeriya girtîgeha Neqedeyê

18:28 - 7 Hezîran 2021

Roja Duşemî 17`ê Cozerdanê, Şêrko Agûşî, girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê bajarê Pîranşarê, piştî bi dawîhatina heyama mirexesiya wî, vegeriya bo girtîgeha bajarê Neqedeyê.

Ew girtiyê siyasî yê kurd di rojên derbasbûyî de hatibû mirexesiyê, ew sêyemîn car e navbirî tê mirexesiyê û piştî bi dawîhatina mirexesiyê, ew vegeriya girtîgehê.

Herwisa ew girtiye berê ji aliyê dadgeha şoreş a bajrê Pîranşarê ve bi tohmeta “endamê yek ji Partiyên Kurd yên dijberê hikûmeta Îranê”, bi 5 sal girtîgeha teizîrî hatibû cezakirin.

Di dosyeyeke din de, ew welatiye bi tohmeta “çalakiya çekdarî û pevçûn digel hêzên Spaha Pasdaran” hatibû cezakirin, û dosyeya wî di dadgeha şoreş a bajarê Mihabadê de vekirî ye û dê kombûna cezaya wî di wê dadgehê de bi rê ve here.

Şêrko Agûşî, roja Şemî 9`ê Xermanana sala 1398an, piştî vê ku ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran ve hate birîndarkirin, binçav kirin.

Roja Înê 8`ê Xermanana sala 1398an, “Sadiq Agûşî” birayê wî welatiyê Kurd bi sedema teqeya rasterast a hêzên Spaha Pasdaran, canê xwe ji dest dabû.

Kawe Agûşî, bavê wan du welatiyan herwisa roja Înê 8`ê Xermanana sala 1398an, hatibû binçavkirin û piştî lêpirsînê hatibû azadkirin.