Sergul Ekberî ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin

00:38 - 12 Hezîran 2022

Roja Çarşemî 18`ê Cozerdanê, welatiyeke Kurd ya bi navê “Sergul Ekberî” xelkê gundê “Heşemêz” û rûniştiyê bajaroka “Hesenava” ya girêdayî bajarê Sineyê, bi sedema pirsgirêkên malbatî ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, “Êrfan Reşîdî” xelkê gundê “Keresî”, hevjîna xwe bi derbeyên çekiçan kuştî ye.

Herwisa wê çavkaniyê da zanîn: “Hevjînê Sergul Ekberî tûşî madeyên hişber (Şîşe) bûye û piraniya deman bi gotinên nerêde digel malbata xwe, û bi taybetî digel “Sergul Ekberî” reftar dikir. “Êrfan Reşîdî” pêş kuştina Sergulê de, bi derbeyên çekiçan destên wê şikandibûn û piştire çend derbeyên din li serê wê xistibû û ew kuştibû.

Herwisa wê çavkaniya agehdar a “Kurdpa”yê diyar kir: “Piştî wê bûyerê û hewla cîranan bona rizgarkirina Sergulê bê encam dibe û ew jina Kurd li dema veguhastin bo nexweşxaneya Kewser a bajarê Sineyê, canê xwe ji dest dide”.

Wê çavkaniyê di berdewamiyê de daye zanîn: “Kîjan Reşîdî hewl dabû ku dayîka xwe di bin destê bavê xwe de rizgar bike lê mixabin, di wê bûyerê de Kîjan jî çend derbeyên çekiçan ber dikevin û destê wê birîndar dibe”.

“Sergul Ekberî” dayîka du keç û kurekê ye.