Serdeşt/ Teqîna mayînekî welatiyek kêmendam kir

15:06 - 21 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Hemwelatiyekî Kurd li Serdeşta rojhilatê kurdistanê, bi sedema teqîna mayîneke çandî (ji serdemê şerê Îran û Îraqê) du endam ji leşê xwe winda kirin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja çarşemî 18’ê şibat (february)a 2015’an, welatiyekî Kurd li gundê “Helwî”ê ser bi “Nelas” a Serdeştê, bi sedema peqîna mayînekî hat nivîşkan kirin.

Peyamnêrê Kurdpa li Srrdeştê, nasnameya wî kesê bûyî qurbaniyê mayînan, Ehmed Resûlî da diyarkirin.

Jêderekî agah liser vê pirsê peyamnêrê kurdpa re got: Ew hevwelatiye li devera ”Qasim Reş” a Serdeştê rastî teqîna mayînekî hat û di encamê de dest û pêyekî xwe ji dest dan.

Wê çavkaniya nûçeyan amaje bi vê yekê jî kir: Ehmed Resûlî bo tedawî kirinê, niha li nexweşxaneyeke bajarê Serdeştê, bin çavdêriya bijîşkî de ye.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê ji rewşa giştî a tendurustiya Ehmed zaniyariyek bi dest nekevtiye.

Gorî Navenda Amara ajansa nûçegihaniya Kurdpa, ji destpêka zivistana evsal heya niha, 10 hemwelatiyên kurd bi sedema teqîna mayînan, hatine kuştin û birîndar kirin.