Serdeşt \\ teqîna mîn, canê welatiyik Kurd jê istand

12:04 - 17 Çirriya paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: welatiyik ji xelkê dewera Îlam, li sedem teqîna mîn li dewera Serdeşt, bû qurbanî.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, roja borî, 24ê Xexelwer, welatiyik bi navê “ Esqer Esedî” li rewşa hilgirtina mîn li çiyayên “ Dûpeze”a dewera Serdeşt, bi dujwarî birîndar bû û paşî raguhastin bi nexweşxanê canê xwe ji dest da.

\"16832.jpg\"
Esqer Esedî li rewşa hilgirtina mîn li çiyayên “ Dûpeze”a dewera Serdeşt, bi dujwarî birîndar bû û paşî raguhastin bi nexweşxanê canê xwe ji dest da
Ev welatiyê Kurd ji xelkê gundê “ Banqelan”a şarê Îlam bû ku wek karbidestê dezgeha mîn rakirinê dixebitî.

Her wisa li despêka vê heyvê de, karbidestik din yê dezgeha mîn rakirinê bi navê “ Mehdî Kebûdî” ji xelkê şarê Kirmanşan, li sedem teqîna mîn pêyik xwe ji dest da.

Gorekî statîstîkên hukûmeta islamiya Îranê li midê sala 1391a rojî li welatê Îranê de bi gelemper 19 karbidestên dezgeha mîn rakirinê loi sedem teqîna mîn de hatine kuştin û 40 kesên din jî birîndar bûne.

Her wisa gorekî van statîstîkan li sala1391a rojî de, li welatê Îran bi gelemper 5 welatiyên sivîl li sedem teqîna mîn, hatine kuştin û 8ên din jî birîndar bûne.

Ev statîstîkên dezgehên hukûmiya islamiya Îranê li rewşik deye ku gorekî statîstîkên sentera statîstîkên ajansa nûçe gihaniya Kurdapa, li sala 1391a rojî de, bi tinê li herêmên Kurdistaniyên Îranê de 20 welatiyên Kurd yên sivîl li sedem teqîna mînan de hatine kuştin û 20ên din jî birîndar û seqet bûne.