Serdeşt-Şer di navbera xelkê û hêzên hikûmetê de çêbû

21:59 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2016
Ajansa Kurdpa: Di doma danîna boseyê, û li pey ketina xelkê, ji aliyê hêzên hikûmetê ve bo kolber û kasibkarên Kurd li bajarê Serdeştê, şer û pevçûn di navbera xelkê û hêzên ewlekariyê de çêbû.

Li gora nûçeya ku gihaye Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, sibezûya roja Şemiyê 16’ê Tîrmehê, li bazarçeya “Dupeze” ku heyamek e hatiye avakirin, û ketiye ser sînorê Qeladizê, hêzên hikûmetê dest bi ser barê kasibkaran de digrin, û barê wan bi xwe re dibin.

Xwediyên baran, û hinek ji xelkê bona standina barê kasibkaran, ber bi binkeya Dupeze ve diçin, û binkeya leşkerî jî dest dike bi gullereşandina li kasibkaran, û xelk jî êrîşî ser vê binkeyê dikin, û şerekî giran rû dide, û dawî car endamên binkeya leşkerî dibêjin ku barên wan li cem hêza Întizamî ye.

Piştî vê bûyerê xelk êrîşê dikin ser hêza Întizamî û barê kasibkaran werdigrin, û agir berdidin trombêla hêza Întizamî.

Çavkaniyekê ji Serdeştê bi Ajansa Kurdpa ragehand: Ew barê ku ji aliyê hêzên hikûmetî ve dest bi ser de hatiye girtin, nêzî 70 barî û çend trombêlek jî dibin.

Her di vê derheqê de, şeva 7 li ser 8’ê Tîrmehê bû ku piledarekî binkeya leşkerî ya gundê “Giwêzlî” ya herêma Alan ya Serdeştê, du birayên bi navên “Letîf û Re’ûf Elîxanî” kurê Salih didin ber gulleyan, ku yek ji wan her di cî de tê kuştin, û piştî vê bûyerê birayê kesê kuştî, êrîşî ser wî piledarî dike, û tola birayê xwe hiltîne, û piştre serbazên di nav vê binkeyê de navbirî jî dikujin, û hewl didin ku dest bi ser termên herdu birayan de bigrin.