Serdeşt; du Kolberên Kurd li ser sînorê “Bêtûş”ê birîndar bûn

18:42 - 13 Tebax 2021

Sibeha roja Înê 22ê Gelawêjê, du Kolberên Kurd ên bi navên “Soran Kanîreş” û “Celîl Zeynî” li ser sînorê gundê “Bêtûş”ê ser bi bajarê Serdeştê bi sedema berbûn ji bilindahiyê û teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên ser bi hikumetê ve birîndar bûn.

Pêka çavkaniyek agehdar, bi bê agehdarkirina berê “Soran Kanîreş” digel hejmarek din ji kolberan rastî gulereşandina hêzên hikumetê hatin û Soran birîndar bûye û bo çareseriya pizîşkî bo yekek ji navendên dermanî yê herêma Kurdistanê hatiye veguhastin.

Herwisa wê çavkaniya agehdar ragihandiye: “Rewşa giştî ya wî Kolberî nebaş e”

Herwisa “Celîl Zeynî” di dema Kolberiyê de bi sedema berbûn ji bilindahiyê ve birînda bibû û bo çareseriya pizîşkî, bo yekek ji nexwşxaneyên Serdeştê hatiye veguhastin.

Di vê derheqê de li roja Duşemî 18`ê Gelawêjê, kolberekî Kurd ê bi navê “Ferhad Îsmaîlî”, temen 19 salî û xelkê bajarê Pîranşahrê, ji aliyê hêzên hikûmetê ve li ser sînorê bajarê Baneyê hatibû birîndarkirin.

Herwisa kolberekî din ê bi navê “Omîd Xizrî” temen 47 salî kurê “Omer” xelkê bajarê “Mihabadê” û rûniştiyê “Rebet” a bajarê Serdeştê bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikumetê li bajarê Baneyê canê xwe ji dest dabû.