Serdeşt / ÇekdaranîÎranî, 4 hespên kolberan, bi zindî, agir pêberdan û welatiyiik jî birîndar kirin

19:26 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2014
Ajansa Kurdpa: Hêzên çekdarên hukûmeta islamiya Îranê li dewera Serdeşt, xêncî kuştina jimarik zêde ji hespên barhilgirê Kolberan, 4 hespên kolberan jî bi zindî agir pêberdan.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; çekdarên hukûmeta islamiya Îran, 27 hespên barhilgirê kasibkarên ji gundê Herzinê li dewera Serdeşt, bi barvê kuştin û 4 hespê bar hilgir jî bi agir şevitandin.

Kesik ji wir, bi nûçe gihaniya Kurdpa ragihand, ew qewimiya li ciyik bi navê Derûyî Gelawêj li nawbenda gundên Tiyet û Berdan de hatiye pêşû ev kar jî bûye sedema kerb û bêzariya xelkê dewerê.

Ji aliyik din de, li roja Pêncşema heftiya borî de, welatiyik Kurd ji xelkê dewera Banê, ser pira Birîsowê, li nêzî Serdeşt, ji aliyê hêzên çekdarên hukûmeta islamiya îranê de ketiye ber şêlikiyêû bi dujwarî birîndar bûye.

Bi gotina kesên wir, ew welatî bi şika hilgirtina tiştên qaçax nawa maşîna wî de şêlikî lêkirine û birîndar ketiye.

Ew welatiyê Kurd ji xelkê Banê, ku kesitiya wî bo nûçe gihaniya Kurdpa eşkere nebûye, ji aliyê welatiyan de giyandine nexweêxana şarê Serdeştêû li dema ku li wê nexweşxanê de bûye li binçavdêrîûçareseriya midîkal de jî, hatiye girtinê.