“Serdar Ramîn” bi danîna barimteyeke giran hate azadkirin

18:13 - 9 Çirriya paşîn 2021

Roja Duşemî 17`ê Xezelwerê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Serdar Ramîn” kurê Xalid û xelkê “Qarna” yê ser bi bajarê Nexedeyê bi danîna barimteyê ji girtîgeha Îtila`ata Spahê li bajarê Urmiyê hate azadkirin.

Ew welatiye bi danîna barimteya yek milyard Tumenî bi awayekî demkî heta dema bi dawîhatina qonaxên dadresiyê hate azadkirin.

 “Serdar Ramîn” di heyama binçavkirinê de ji “destpêregehîştina bi parêzer” û “hevdîtin digel malbata xwe” hatibû bêparkirin.

Roja Çarşemî 10`ê Xermananê, “Serdar Ramîn” bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û heta niha ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser navbirî hatiye sepandin, ti zanyariyek li ber dest nîne.