“Serdar Alanî” bo cîbicîkirina cezayê girtîgeha xwe bo girtîgeha bajarê “Şino” hat veguhastin

17:42 - 6 Adar 2022

Roja Şemî 14ê Reşeme, welatiyek Kurd yê bi navê “Serdar Alanî” kurê “Luqman” xelkê gundê “Sîngan” yê girêdayê bajarê “Şino” bo cîbicîkirina cezayê girtîgeha xwe bo girtîgeha wî bajarî hate veguhastin.

Ew welatiyê Kurd bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên opozîsyona hikûmeta Îran”ê ji aliyê dadgeha Şoreş bi 15 meh girtîgeha te`izîrî hatibû cezadan û ew cezaye roja Sêşemî 4ê Xezelwerê bi wî re hatibû ragihandin.

Roja Duşemî 25ê Gelawêjê hêzên ewlehî yên girêdayê Spahê di xala vekolînê li navbera gundê “Sîngan” û bajarê “Şino” bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ew welatiyê Kurd binçav kirin.

Roja Duşemî 1ê Xermananê, ew welatiyê Kurd bi danîna barimteya 200 miliyon Tumenî bi awayekî demkî heta dema dadresiyê ji girtîgeha bajarê “Şno” hatibû azadkirin.

“Serdar Alanî” derçûyê rişteya Werzêriyê ye.