Serbazekî xelkê bajarê Şinoyê bo girtîgeha bajarê Urmiyê hate veguhastin

17:00 - 17 Kanûna pêşîn 2020

Di heyama çend rojên derbasbûyî de, serbazekî Kurd yê bi navê “Metîn Hesenwend” temen 20 salî kurê “Farûq” û xelkê bajarê Şinoyê, piştî bi dawîhatina heyama lêkolîna wî li yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê, bo girtîgeha navendî ya wî bajarî hate veguhastin.

Pêka ghotina çavkaniyeke agehdar, ew girtiye piştî veguhastin bo girtîgeha bajarê Urmiyê, digel malbata xwe çavpêkevtin kiriye.

Herwisa wê çavkaniyê ragihand: “Ew ciwanê Kurd di yek ji padiganên bajarê Şinoyê de serbaz bûye, û mehek beriya niha bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberê hikûmeta Îranê” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin”.

Wê çavkaniyê got: “Ew serbazê Kurd piştî binçavkirinê bo cihekî nexuya hatiye veguhastin û di heyama binçavkirina wî de, ji destpêregihîştina bi parêzer û çavpêkevtin digel malbata xwe hatiye bêparkirin”.

Çavkaniya agehdar bi “Kurdpa”yê re ragihand: “Telefona wî serbazê Kurd, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye vekolîn û zevtkirin”. 

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, “Metîn Hesenwend” di girtîgeha bajarê Urmiyê de qedera wî nexuya ye.