Serbazekî xelkê bajarê Pîranşarê dawî bi jiyana xwe anî

18:23 - 9 Gulan 2022

Roja Yekşemî 18`ê Banemerê, serbazê Kurd ê bi navê “Kamyar Ebdullahî” kurê Mihemed û xelkê gundê “Qizqepan” a girêdayê bajarê Pîranşarê, dawî bi jiyana xwe anî.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, wî serbazê Kurd bi xwe lidar vekirinê dawî bi jiyana xwe aniye.

Herwisa vê çavkaniya agehdar daye zanîn ku,“Kamyar Ebdullahî” piştî hatina bo mirexesiyê dest daye bi xwekujiyê.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema xwekujiya wî serbazî Kurd, ti zanyariyek serast ber dest tune ye.

Her di vê derheqê de, meha Xezelwera sala derbasbûyî, serbazekî din yê Kurd yê bi navê “Nerîman Şabazî” rûniştiyê kolana “Şerîfava” ya bajarê Tikabê, li Benderebasê bi çekê teqe ji xwe kiribû û dawî bi jiyana xwe anîbû.