Serbazekî Kurd li bajarê Tehranê hate binçavkirin

16:45 - 14 Şibat 2022

Roja Çarşemî 20`ê Rêbendanê, serbazekî Kurd ê bi navê “Mihemedsidêq Ezîzî” kurê “Luqman” û xelkê bajarê Şinoyê, ji aliyê Ewlekariya Îtila`ata Artêşê ve hatiye binçavkirin.

Yek ji xizmên wî serbazê Kurd ji Ajansa “Kurdpa”yê re ragihandiye: “Ew serbazê Kurd piştî binçavkirinê bo cihekî nexuya hatiye veguhastin û derheq qedera wî ti zanyariyek jiber dest nîne.

Wê çavkaniya agehdar ragihandiye: “Ew welatiyê Kurd li yek ji binkeyên artêşê li bajarê Tehranê hatiye binçavkirin, û heta niha lipeykevtina malbata “Ezîzî” bo agehdarbûn ji qedera kurê xwe bê encam maye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirina wî serbazê Kurd, ti zanyariyek jiber dest de nîne.

Roja Duşemî 31`ê Cozerdanê, hêzên ewlehî yên girêdayê îdareya Îtila`ata bajarê Şinoyê, bi bê hebûna ti belgeyek yasayî “Luqman Ezîzî”, bavê wî serbazî binçav kiribûn û navbirî bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Urmiyê veguhastibûn.

 “Luqman Ezîzî” piştî azadbûn ji girtîgehê cihê ji dayîkbûna xwe bi cî hêla.

 “Luqman Ezîzî” 13`ê Pûşpera sala 1395`an, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û 18`ê Xermanana hemen salê ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Urmiyê bo girtîgeha bajarê şinoyê hatibû veguhastin.

 “Luqman Ezîzî” 10`ê Rezbera sala 1395`an, bi danîna barimteyê hatibû azadkirin û 13`ê Reşemeha hemen salê, li taya 101 a dadgeha keyferiya 2 a bajarê Şinoyê bi serokayetiya dadwer “Rezayî”, bi tohmeta “endambûna Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, kombûn û tebahî li dijî tenahiya netewey û piropagende li dijî nizamê” bi 16 sal girtîgeh hatibû cezadan û rêkevta 7`ê Pûşpera sala 1396`an, taya 10 a dadgeha pêdaçûneveya bajarê Urmiyê, bi hisabnekirina tohmeta “kombûn û tebahî li dijî tenahiya netewey” dadnameya dadgeha seretayî bo “Luqman Ezîzî” piştrast kiribû.