Serbazekî Kurd li bajarê Benderebasê dawî bi jiyana xwe anî

17:32 - 2 Çirriya paşîn 2021

Di heyama çend rojên derbasbûyî de, serbazekî Kurd ê bi navê “Nerîman Şehbazî”, rûniştiyê taxa “Şerîfava” ya girêdayê bajarê Tikabê, li bajarê Benderebasê bi çekê teqe li xwe kiriye û dawî bi jiyana xwe anîye.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew welatiye li yek ji binkeyên bajarê Benderebasê serbaz bûye û bi sedema hin pirsgirêk û dijayetî digel berpirsên leşkerî yên padiganê ve, dawî bi jiyana xwe anîye.

Termê wî serbazî îro Sêşemî 11`ê Xezelwerê, li cihê ji dayîkbûna wî bi axê spartin.