Serbazekî Kurd bi sedema teqîna mînê bi dijwarî birîndar bû

16:26 - 25 Çirriya paşîn 2021

Roja Dûşemî 1`ê Sermawezê,Serbazek Kurd ê bi navê “Hêriş Taban” kurê Silêman û xelkê gundê “Şemlekan” ê ser bi bajarê Urmiyê, li encama teqîna mînê de bi dijwarî birîndar bû û pêyek xwe ji dest da.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew welatiye ku li yek ji binkeyên leşkerî yên “Ecebşêr” serbaz bû, kevtiye ser mînê û tûşî wê bûyerê bûye.

Wê çavkaniya agehdar ragihandiye: “Ew serbaz bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Tewrêzê veguhastine û rewşa giştî ya tendirustiya navbirî bi xirab hatiye ragihandin. 

Di wê derheqê de, roja Çarşemî 19`ê Xezelwerê, teqîna mîneke bicihmayî ya şerê dinavbera Îran û Îraqê li bajarê “Mêhran”ê, bûye sedema canjidestdana kesek û birîdar bûna kesek din.