Serbazek Kurd li Urmiyê hate binçavkirin

16:29 - 5 Kanûna pêşîn 2021

Roja Yekşemî 7`ê Sermawezê, serbazekî Kurd ê bi navê “Karwan Mihemedî Azer” kurê “Îbrahîm” û xelkê bajarê Mihabadê, ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Urmiyê hate binçavkirin.

Pêka gotinên çavkaniyek agehdar, ew welatiye di heyama derbazkirina devreya perwedeya serbaziyê de li binkeya Spahê li bajarê Urmiyê bi sedema ve yekê ku bas li pirsên siyasî kiriye, ji aliyê îtla`ata Sipahê ve hatiye binçavkirin. 

Herwisa wê çavkaniya agehdar gotiye: “Ew serbaze bo lêpirsînê bo girtîgeha Îtla`ata Spahê veguhastine”.

Heya niha lipeyketinên malabata “Karwan Mihemedî Azer” bo agehdar bûn li qedera navbirî bi encam mane.