Serbazek Kurd bi 30 meh girtîgehê hate cezadan

17:29 - 21 Nîsan 2022

Serbazek Kurd ê bi navê “Mihemedsidîq Ezîzî”, Kurê “Luqman” û xelkê bajarê “Şino” yê ji aliyê taya 1 a dadgeha Leşkeriya 1 a bajarê Urmiyê, bi 2 sal û 6 meh girtîgehê hate cezadan.

Dadgehê ew serbazê Kurd bi “hevkarî digel yek ji partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê” tometbar kiriye.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, ew ceza roja Sêşemî 30ê Xakelêwe bi awayê fermî bi wî serbazê Kurd re hatiye ragihandin.

Roja Yekşemî 8ê Reşemya sala 1400an a Rojî, “Mihemedsidîq Ezîzî” bo girtîgeha bajarê “Şino” yê hatibû veguhastin û piştire bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê “Urmiyê” hatibû veguhastin.

Ew serbazê Kurd di heyama binçavkirinê de ji “mafê hebûna Parêzer û hevdîtin digel malbata xwe” hatibû bêparkirin.

Roja Çarçemî 20ê Rêbendana sala 1400an a Rojî, ew serbazê Kurd ji aliyê parastina Îtila`at a Artêşê ve hatibû binçavkirin.

Ew welatiyê Kurd li yek ji padiganên Arteşê li bajarê “Tehran”ê serbaz bû.