Şer û pevçûn li navbera pêşmergên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê digel hêzên Spaha Pasdaran

18:16 - 30 Gulan 2021

Şeva Şemî 8`ê Cozerdanê, şer û pevçûnek di navbera pêşmergên Partiya Demokrat a Kurdistana Îran û hêzên Spaha Pasdaran li ser rêya bajarê Mihabad-Pîranşarê, li nêzî gundê “Likbin” ê ser bi bajarê Pîranşarê de qewimî.

Fermadehiya Hêza Pêşmergê Kurdistanê ya ser bi “PDKΔ di daxuyaniyekê de ragihand, ku di wê şer û pevçûnê de 2 pêşmergên bi navên “Hadî Şêxe”, xelkê gund “Peswê” û “Eyûb Sultanî”, xelkê gundê “Xurînc” ê ser bi bajarê Pîranşarê, canê xwe ji dest dan. 

Çavkaniya Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê li bajarê Pîranşarê ragihandiye, ku cihê wê şer û pevçûnê ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran ve hatiye milîtarîzekirin û balafirên bê pîlot ên Spahê di esmanê wan deveran de digerin. 

Herwisa pêwendiyên giştî yên biryargeha Hemze a Spaha Pasdaran, daxuyaniyek li derheq wê şer û pevçûnê li bajarê Pîranşarê belav kiriye.