Şer û pevçûn di navdera hêzên leşkerî yên hikûmetê û kasibkar û xwediyê pezan yên bajarê Pawe û Serdeştê de rûy da

12:38 - 7 Çirriya paşîn 2020

Roja Pêncşemî 15ê Xezelwerê, piştî ku hêzên leşkerî yên hikûmetê li pey hejmarek ji kasibkar û merrdarên gundê “Zerdoyî” ê ser bi “Bayingan” ya bajarê “Pawê” ketin, şer û pevçûn di navbera xelkê wî gundî û hêzên ewlehî ve hate gorê.

Di vê derheqê de çavkaniyeke agehdar bi Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragehandiye: “Du kes ji karbidestên hikûmetî yên bi navê “E û zawayek wî” rapor li ser wan maşînên merûmalatên kasibkarên gundê “Zerdoyî” dane ku di encamê de şer û pêvçûna hêzên leşkerî û xelkê wî gundî li pey xwe ve hebûye.

Herwisa wê çavkaniyê ragehandiye: Tevî teqeya hewayî ya hêzên leşkerî yên hikûmetê, rûniştiyên wî gundî rê nedane ku hêzên leşkerî dest bi ser merûmalatên wan de bigrin û nerazîtiya xelkê wî gundî bûye sedema revîna hêzên leşkerî.

Ji aliyek din ve jî, roja Çarşemî 14ê Xezelwerê li devera “Doletû” ya ser bi bajarê Serdeştê, hêzên leşkerî yên hikûmetê bi hêceta  hinartina merûmalatan bo aliyê dinêye sînor ji aliyê kasibkaran ve dest bi teqekirinê ji wan kasibkaran kiribûn.

Rapora gehiştî bi Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, basa wê hindê dike ku çend kes yên bi navê “Muceredî û Pîrmihemed” ku hêzên leşkerî yên hikûmetê ne û di binkeya “Gurşêr” ya Serdeştê de ne, teqe li kasibkaran kirine û bi mebesta kuştina wan ku mijûlê hinartina merûmalatan bo sînorê herêma Kurdistanê bûne.