Şer û pevçûn di navbera hêzên ewlehî û welatiyan li bajarê Seqîzê qewimî

17:59 - 27 Çirriya pêşîn 2022

Roja Çarşemî 4`ê Xezelwerê, piştî birêveçûna rêûresma çileya “Jîna Emînî” li goristana “Ayçî” ya bajarê Seqizê, welatiyên nerazî xwenîşandan lidarxistin û hêzên ewlehî teqe li neraziyan kirin.

Piştî şerê di navbera hêzên ewlehî û dije şoreş digel neraziyan, kanêksa polîs a li ser pira “Qewx”ê ji aliyê welatiyên nerazî ve hateşewitandin.

Pêka rapora gihîştî “Kurdpa”yê, welatiyên nerazî bi hilkirina agir, hewla daxistina şeqaman dan û nerizayetî li derdora fermandarî, meydana Zîndan û meydana Dayîkê dest pêkir.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, hêzên ewlehî gaza bîber û gulleyên saçmeyî bo rûbirûbûn digel welatiyan bi kar anîne.

Heta niha, amara binçavkirin an birîndrabûna welatiyên nerazî yên wê xwenîşandanê, belav nebûne.

Roja Çarşemî 4`ê Xezelwerê, rêûresma çileya “Jîna Emînî” tevî rewşa dijwar a ewlehiyê, bi beşdariya berfireh a welatiyan li goristana “Ayçî” ya bajarê Seqizê bi rê ve çû.

Di vê rêûresmê de welatiyên nerazî bi siloganên wek: “Jin, jiyan, Azadî”, “Bimre dîktaror”, “Bêje azadî azadî azadî”, Îsal sala xwîn e Seyîd Elî namîne” dabûn.

Hevdem digel birêveçûna rêûresma çileya “Jîna emînî”, bi beşdariya sedan welatiyan bi banghêjiya Hizb û aliyên siyasî yên Kurdistanê, dukandar û bazariyên bajarê Sine, Merîwan, Mihabad, Bane, Bokan, Kamêran, Seqiz û Ciwanroyê dukanên xwe daxistibûn.