Seqiz/ Mamostayên xwendîngehan ketin grevê

13:37 - 22 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Serbarê zext û givaşên hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê, hejmarek ji mamostayên dibistanên bajarê Siqil li rojhilatê kurdistanê, ne çûne ser polên ders gotinê û xwe ji hînkirinê dor xistin.

Li gorî raporta ajnansa nûçegihaniya Kurdpa, roja sêşemî bervar 20’ê çileya paşîn (january) a 2015’an, beşek zor ji mamostayên dibistanên Seqiz li rojhilatê Kurdisytanê, bi nîşaneya nerazî bûn ji rewşa xirab a sîstema Perwerde û hîn kirinê, herwiha rewşa xirab a aboriya wan, dev ji hînkirina xwendevanan berdan.

Peyamnêrê kurdpa li Siqiza rojhilatê Kurdistanê ragihan: Odeya Yekgirtina pêşeyî a mamostayan bi belav kirina daxuyaniyeke nivîskî, ji mamostayên hemû bajarên rojhilatê Kurdistanê xwestibû ku li vê girevê nerazî bûne de beşdar bin.

Wê serçaveya nûçeyan di berdewamiya axaftina xwe de eva jî anî ziman ku mamaostayên bajrên cihê reng ên kudistanê wek; Bokan, Mehabad, Pîranşehr, Şino, Urmiye û Nexedeyê, serbarê gefên hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê, destek dan mamostayên Seqizê û neçûn ser polên wane (ders) gotinê.

Her vê jêderê eşkere kir ku ne wekheviya miaşên wezîfedaran, sîstema nebaş a hînkirinê, atmosfera ewlekariya tund li ser sîstema hînkirinê, nebûna xaniyên roniştinê bo mamostayan, rêznegirtin ji ol, mezheb û etnî
kên cihê ren li welatê Îranê, ji sedemên sereke ên greva neçûna ser kar a mamostayan, li rojhilatê Kurdstanê tên hejmartin.

Hêjayî gotinê ye, destpêka demsala xwendinê a evsal jî, zêdeyî 130 mamostayên bajarê Seqiz, bi nivîsîna nameykî bo îdareya Perwerde û Hînkirina wî bajarî, nerazî bûna xwe ji sîstema fêrkirinê dabûn nîşan dan.