Seqiz/ Bo cara yekem dersa zimanê Kurdî li dibistanan tê fêrkirin

13:38 - 2 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Bo cara yekemîn piştî desthilata hikûmeta Îslamiya Îranê, waneya zimanê Kurdî li dibistaneke bajrê seqiza rojhilatê Kurdistanê tê hînkirin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, hefteyek piştî roja cîhanî a zimanê dayîkê, bi kombûna mamostayên dibistana Selahedîn Eyûbî a Seqizê, pitrtûka waneya Kurdî bo fêrkirinê hat destnîşan kirin.

Pirtûka dersa Kurdî ku bo xwendevanên dibistana navendî tê gotin, ji aliyê girûpa zimanê Fersî ve hatiye amade kirin.

Roja 21 Sibatê- Roja cîhanî a Zimanê Zikmakî, dersa yekem a wê pirtîkê bo xwendevanan hatibû gotin.

\"25070.jpg\"
Hînkirina zimanê Kurdî bo cara yekem li dibistanên Seqizê
Mohemmed Orfan Parsa, Ebdulxalêq Rehmanî (Şêda), Emîr Hebîbî, Mehmûd Keremî (Niwa), zahîd Aremî û Enwer Berqî, ji endamên heyeta nîvîsîn a wê pirtûkê ne.

Jiyanname û berhemên Jîla Husênî- Hunermenda Kurd- wek waneya yekem a wê pirtûkê ye ku li dibistana navendî a Selahedîn Eyûbî li Seqizê tê fêrkirin.

Di xala 15’em a Makezagona Îranê de hatiye: Mifah wergirtin ji zimanên herêmî û etnîkî li dibistan, ragihandin û rojmayan, di pal zimanê Farsî azad e.

Hebûna wê xalê li yasaya binegehîn a hikûmeta Îslamiya Îranê, di demekê de ye ku li piraniya bajarên rojhilatê Kurdistanê, fêrkirina zimanê Kurdî qedexe ye û zarokan bi neçarî (bo parastina zimanê farsî) ji zimanê zikmakî dûr dixin.

\"25037.jpg\"

\"25069.jpg\"