Seqiz/ Bi minasibeta 8‘ê Adar 4 kes hatin binçav kirin

14:18 - 11 Adar 2015
Ajansa kurdpa: Îdareya Îtilaat li Seqiz a rojhilatê Kurdistanê, 4 kes ku di merasîma 8’ê Adar (march)-Roja Jinên Cîhanê de beşdarî kirbûn, bang kir.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, 3 çalakvanê mafên sivîl li Seqizê bi sedema berevanî kirin ji lidarxistina rêûresma Roja Jinên Cîhanê (8’ê Adar), bo navenda ewlekarî a wî bajarî hatin vexwendin û ketin ber lêpirsînan.

Ew bangkirin roja şemî û yekşemî (7 û 8’ê adara 2015’an) pêkhat.

Çalakvanên karkerî li Seqizê nasnameya wan 3 jinan, Sêyîd Elî Husênî, Mohemmed Ferecî û Êzet Nesrî ragihand.

Tê gotin ew bi çendîn saet ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê ve, lêpirsîn ji wan hatiye kirin.

Yekşemiya borî 8‘ê Adar (march) roja jinên Kedkarên Cîhanê bû.

Pêştir jî Mohemmed Ebdîpûr, çalakvanê sivîl ê Kurd bo navenda ewlekarî a bajarê Seqizê hatibû bang kirin.

Hejmarek malbatên Seqizî roja înê 6’ê adara 2015’an, bi lidarxistina merasîmeke biçûk li mezela Mehmûd Salihî çalakvanê karkerî ê Kurd, pêşwaziya 8’ê Adar- Roja Cîhanî a Jinan kirbûn.