Seqiz: Dr. Ramîn Nişeste ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin

18:07 - 11 Çirriya pêşîn 2022

Roja Duşemî 18`ê Rezberê, Dr. Ramîn Nişeste, pîzişkê xelkê bajarê Seqizê, ji aliyê hêzên ewlehî yên hikûmetê ve hat binçavkirin û bo cihek nediyar veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, hêzên ewlehî bi bê radestkirina belgeya dadweriyê êrîşî ser dermanxaneya Baran kirine û Dr. Ramîn Nişeste binçavkirine.

Herwisa vê çavkaniya agehdar zêde jî kiriye: Ev pîzişk bi sedema tedawîkirina nerazîbûnên birîndar yên xwenîşandanên seranserî  ku ji aliyê hêzên ewlehî ve hatin birîndar kirin binçav kirine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq qeder û cihê xwedîkirina Dr.Ramîn Nişeste ti zanyariyek ber dest ninie.