“Şemzîn Mihemedî” piştî bi dawîhatina heyama mirexesiya xwe bo girtîgehê zivirî

16:32 - 19 Şibat 2022

Roja Duşemî 25`ê Rêbendanê, “Şemzîn Mihemedî” girtiyê siyasî yê xelkê gundê “Alîkend” yê girêdayê bajarê Bokanê piştî bi dawîhatina heyama mirexesiya xwe bo girtîgehê zivirî.

Ew welatiye roja Yekşemî 17`ê Rêbendanê hatibû mirexesiyê.

“Şemzîn Mihemedî” roja Çarşemî 29`ê Befranbarê, bo cîbicîkirina heyama girtîgeha xwe bo girtîgeha bajarê Bokanê hatibû veguhastin.

Ew welatiye roja Şemî 20`ê Sermawezê bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberên hikûmeta Îranê”, ji aliyê taya 101 a dadgeha keyferî ya bajarê Bokanê bi serokayetiya dadwer “Peyman Rostemî” bi 5 meh cezayê girtîgehê ya te`izîrî hatibû cezadan.

Roja Duşemî 1`ê Xermananê, ew welatiyê Kurd bi danîna barimteyê, bi awayê demkî heta dema bi dawîhatina qonaxên dadweriyê, ji girtîgeha bajarê Bokanê hate azadkirin.

“Şemizîn Mihemmedî” roja Sêşemî 5`ê Gelawêjê, bi bê hebûna ti belgeyek yasayî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Ew welatiyê Kurd, piştî bi dawîbûna lêpirsînê, bo girtîgeha bajarê Bokanê hatibû veguhastin.