Şemzîn Mihemedî bi danîna barimteyê hate azadkirin

18:02 - 24 Tebax 2021

Roja Duşemî 1`ê Xermananê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Şemzîn Mihemedî” xelkê gundê “Alîkend” ê ser bi bajarê Bokanê, bi danîna barimteyê heta dema dadgehîkirinê ji girtîgeha wî bajarî hate azadkirin.

Şemzîn Mihemedî roja Sêşemî 5`ê Gelawêjê, bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Urmiyê, hatibû veguhastinê.

Ew welatiye piştî bi dawîhatina heyama lêpirsîna wî bo girtîgeha bajarê Bokanê hate veguhastinê.

Heta dema belavbûna wê nûçeyê, ji sedem û tohmeta sepandî li dijî wî welatiyê Kurd ti zaniyariyek li berdest de nîne.