“Şemizîn Mihemmedî” bona birêvebirina cezayê girtîgehê, bo girtîgeha Bokan hate veguhastin

16:34 - 20 Kanûna Paşîn 2022

Roja Çarşemî 29`ê Befranbarê, welatiyê Kurd yê bi navê “Şemizîn Mihemmedî” xelkê gundê “Alîkend”a girêdayî bajarê Bokanê, bona birêvebirina cezayê girtîgehê, bo girtîgeha wî bajarî hate veguhastin.

Ew welatiyê Kurd, roja Şemî 20`ê Sermawezê bi tohmeta “alîkarî kirin, digel yek ji Partiyên Kurd yên dijber ên hikûmeta Îranê”, bi 5 meh cezaya girtîgehê ya te`izîrî hatibû cezadan.

Roja Duşemî 1`ê Xermananê, ew welatiyê Kurd bi danîna barimteyê, bi awayê demkî heta dema bidawîbûna karûbarên dadweriyê, ji girtîgeha bajarê Bokanê hate azadkirin.

 “Şemizîn Mihemmedî” roja Sêşemî 5`ê Gelawêjê, bi bê hebûna ti belgeyek yasayî, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin, û bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehiyê, li bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Ew welatiyê Kurd, piştî bi dawîbûna lêpirsînê, dubare bo girtîgeha bajarê Bokanê hatibû veguhastin.