Şemizîn Mihemedî piştî dawîhatina heyama girtîgeha wî hate azadkirin

17:51 - 21 Nîsan 2022

Roja Sêşemî 30ê Xakelêwe, girtiyê siyasiyê Kurd “Şemzîn Mihemedî”, xelkê gundê “Alîkend” ê girêdayî bajarê “Bokan”ê piştî dawîhatina heyama girtîgeha wî ji girtîgeha wî bajarî hate azadkirin.

Ew welatîye roja Yekşemî 18ê Befranbar sala 1400an Rojî, îzina murexesiyê pêra hatibû dan û roja Duşemî 25ê Rêbendana heman salê, piştî dawîhatina heyama murexesiyê zivirîbû bo girtîgeha wî bajarî.

 “Şemizîn Mihemedî” roja Çarşemî 29ê Befranbara sala 1400an a Rojî, bo derbaskirina heyama girtîgeha wî bo girtîgeha bajarê “Bokan” ê hatibû veguhastin.

Ew welatî roja Şemî 20ê Sermaweza sala 1400an a Rojî, bi tohmeta “hevkarî digel yek ji Partiyên Kurdî yên opozîsyona hikûmeta Îranê” ji aliyê taya 101 a dadgeha keyferî ya bajarê “Bokan”ê bi serokayetiya dadwer “Peyman Rostemî”, bi 5 meh girtîgeha te`zîrî hatibû cezadan.

Navbirî roja Duşemî 1ê Xermanana sala derbasbûyî, bi danîna barimteyê bi awayek demkî û heta dema dadgehîkirinê ji girtîgeha bajarê “Bokan”ê hatibû azadkirin.

“Şemzîn Mihemedî” roja Sêşemî 5ê Gelawêja sala 1400an a Rojî, bi bê hebûna ti balgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêpêçînê bo yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê “Urmiyê” hatibû veguhastin.