Semînara Hewramannasî li Sine birê ve çû+Wêne

21:06 - 2 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Zanîngeha Kurdistan a bajarê Sine li Rojhilatê Kurdistanê, mîwandariya semînara Hewraman, Mirov, Surişt û Jiyan pejirand. Di wê mîwandariya zanîngehê de, behsa çand, berhem û Hewramannasiyê hat kirin.

Li gor rapora ajanasa nûçegihaniya Kurdpa, roja pêncşemiya borî semînara neteweyî ya Hewraman li zanîngeha Kurdistan a bajarê Sine hat lidar xistin. Armanca wê konferansê nasandina navçeya Hewrman bi cîhanê, nîşandana berhemên dîrokî û bastanî yên wê deverê, herwiha parastin û behadan bi çanda Kurdî ya Hewraman bû.

Li semînarê, hejmarek kesayetiyên akademîk, parêzgarê Sine û xelkên deverê beşdarî kirinibûn.

Şêwaza mifahwergirtin ji avê, paqijhiştina jîngehê, behadan bi mûzîk û huner, hurmet girtina ol û netew, rê û ban û herwiha rêzgirtina jin û jiyanê, ji wan behsên serekebûn ku li vê semînarê de qala wan hat kirin.

Wê sempozyûmê ku du rojan dom kir; roja yekem hejmarek kesên akademîk û şareza behsa mijarên girîng liser parastina çand û devoka Kurdî ya hewramî kirin, di roja duyemîn de jî, festîvalek li devera Hewraman birêve çû.

Ji aliyekî din ve Umîd Werzende serpereştê giştî yê Licneya Zanistî ya semînara neteweyî ya Hewraman, Mirov, Surişt û Jiyan, behsa vê yekê jî kir: 70 berhemên zanistî gihştin e berdest birêveberên wê semînarê ku 14 berhem li Semînarê hatin pêşkêş kirin.

Werzende amaje bivê yekê jî kir ku babetên serkevtî û yên ku piraniya dengan qezenc kirin e, dê bi zimanên Êngilîzî, Fransî û Farsî bên wergerandin û belav kirin.

Mela Ehmed Nezîrî, Osman Hewramî, Mohemmed Şerîf Elîrmayî û Mehdî Sineyî, ji wan kesane bûn ku rêz ji wan hat girtin û bi lewheyên nivîskî hatin xelat kirin.

Di roja duyemîn ya semînarê de, beşdar bûyên wê konferansê çûne Hewramana Text û cejna taybetî a bi navê “Komsayiyan” birêve birin.

Merasîma “Pîrşaliyar” di du demsalên behar û payîzê birê ve diçe û cejna”Komsay” jî, 45 rojan piştî Newrozê birêve diçe ku peyva Kom bi wate kombûn û say jî bi wateya sûyîn (sayîden) tên bikar anîn.

Hevdem li gel vê merasîmê guvenda “Pîrşalar” li Herwraman, pêşangeheke tiştên destçêkirî jî birê ve çû.

Hewramana Text ser bi bajarê Sewlawa li parêzgeha Sine ye ku nêzî 4 hezar nifûsa wê heye û di 160 km Sine bi cih bûye. Ew beriya niha bi 4 salan bûye bajar.

\"26293.jpg\"

\"26290.jpg\"

\"26289.jpg\"

\"26288.jpg\"

\"26292.jpg\"

\"26286.jpg\"

\"26287.jpg\"

\"26285.jpg\"