Selmas Kuştina weletiyik Kurd bi şêlikiya rastersa hêzên sipaha pasdaran

19:17 - 12 Îlon 2013
Ajansa Kurdpa: welatiyik kurd ji xelkê şarê Selmas, bi şêlikiya rasetasta hêzên çekdarên sipaha pasdarên hukûmeta islamiya Îran hate kuştin.

Gorekî raporta ajnsa nûçe gihaniya Kurdpa, ser êwara roja duşem 18ê Xermanan welatiyik binavê “ Semed Cehangîrî” 35 salî kurê “ Taceddîn” ji xelkê gundê “ Kabik”a ser bi şarê Selmas, li ser rêka nawbenda Selmas- Kabik li nawa maşîna xwede, bi şêlikiya rasterast hêzên sipaha pasdaran hat kuştin.

Bi gotina welatiyên vê dewerê, hêzên sipaha pasdaran li ser rêka gundên herêma Selmas çendîn cê wekolînê danîne û her wisa xelkên wir ragihandine, ew welatiyê Kurd bêyî hindê ku ji aliyê hêzên sipaha pasdaran bê agadar kirin, dene ber gulleyan û kuştine.

Gotiniye ku Semed Cehangîrî xwdî jin û zarok û babê 2 zarokanê ku bi hindê ku binemala navbirî bi dûço , heya niha cenazê nawbirî li nawa destê hêzên sipaha pasdaran de maye.

Gorekî statîstîkên tûmar kirî li sentera statîstîkên ajans nûçe gihaniya Kurdpa, li despêka heyva Gelawêja îsal heya niha 6 welatiyên Kurd, tinê bi hegera şika hebûna tiştên qaçax, bi şêlikiya hêzên miîtariyên hukûmeta isamiya Îran hatine kuştin û 5 welatiyên din jî li sedem şêlikiya wan hêzane hatine birindar kirin.

Ew statîstîka hejmariye û bi piştrast bûn bi statîstîkên ajansa Kurdpa tên parvekirin, bi balkêşandin bi rewşa ewlehiya herêmên Kurd rûniştiyên Îran( herêmên Kurdistanî) û her wisa nebûna ragihandinên azad, dibe ku jimara serast ji vê hindê ji zêdetir be.