Selmas erênî kirina hukmê sêdaredan û neroniya çare nivîsa 2 welatiyên Kurd

15:44 - 25 Îlon 2013
Ajansa Kurdpa : hukmê sêdaredana yekik ji tometbarên dosya gora bi koma penaberên Efxanî, Pakistanî û Îranî li ser niqta serhedê Îran-Tirk, ji aliyê dadgeha bilinda welatê Îranê hat erênî kirinê.

Gorekî raporta ajansa Nûçe gihaniya Kurdpa , Azad Etmanî 32 salî ji xelkê gundê “ Dişwan”a ser bi şarê Selmas ji aliyê dadgeha şorişa vî şarî bi tometa derbas kirina penaberên Îranî, Efxanî û pakistanî li niqta serhedê Îran-Tirk ku kuştina çend kes ji wan penaberan bi destê hêzên intizamiyê jê ketiye, bi sêdaredanê mehkûm kiribûn.

Hebîb Etmanî kurê Ceifer û azad Etmanî kurê Efrûz, 2 welatiyên kurd ji xelkê “ Dişwan”a ser bi şarê Selmas, li Pûşpra sala 1391a rojî de ji aliyê hêzên ewlehiya vî şarî hatin girtin.

Her wisa tê gotin ku Azad Etmanî ku li girtîgeha şarê Ormî ragirtine, paşî hindê li rojên heftiya borî de hukmê sêdaredana navbirî ji dadgeha bilinda welatê Îran erênî hat kirinê, metirsiya sêdaredana vî girtiyê Kurd zêde bûye.

Hevdem Hebîb Etmanî 28 salî kurê Ceifer li midê hewsa xwede ji mafê hebûna advokatê parêzer û her wisa hevdîtin tev malbatê bêpar bûye û heya niha jî sernivîsa navbirî li girtîgeha Ormiyê bi neronî maye.