“Selîm Şerîfî” bo cîbicîkirina cezayê girtîgehê bo girtîgeha bajarê Şinoyê hate veguhastin

18:51 - 30 Gulan 2022

Îro Duşemî 9`ê Cozerdanê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Selîm Şerîfî” piştî gazîkirin bo taya birêveberiya cezayan li bajarê Şinoyê hate binçavkirin û bo cîbicîkirina cezayê girtîgehê bo girtîgeha wî bajarî hate veguhastin.

Ew welatiye ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê Şinoyê bi serokayetiya dadwer “Rizayî” bi tohmeta “endambûn û alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberên hikûmeta Îranê” bi du sal û şeş meh girtîgeh hatibû cezadan û ew cezaye roja Yekşemî 7`ê Xakelêweyê bi navbirî re hatibû ragihandin.

Roja Pêncşemî 14`ê Reşema sala 1399`an a Rojî, “Selîm Şerîfî” bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta dema dadgehîkirinê ji girtîgeha bajarê Şinoyê hatibû azadkirin.

“Selîm Şerîfî” roja Çarşemî 13`ê Reşema sala 1399`an a Rojî, piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê li yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Urmiyê bo girtîgeha bajarê Şinoyê hatibû veguhastin.

Sibêdeha roja Duşemî 13`ê Rêbendana sala 1399`an a Rojî, ew welatiyê xelkê gundê “Qiruşava” yê girêdayê bajarê Şinoyê bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.