Şêlikiya rasterasta hêzên milîtarî, Kolberik ji Serdeşt kire qurbanî

13:55 - 1 Kanûna Paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Kolberik Kurd ji xelkê dewera Alana Sedeşt, kete pûsiya hêzên milîtariyên hukûmeta islamiya Îran, dane ber gulleyan û bi dujwarî birîndar kirin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, Ramyar Ibrahîmî, kurê Hisên ji xelkê gundê Bêjoa ser bi dewera Alana Serdeşt li sedem şêlikiya hêzên milîtariyên hukûmeta islamiya Îranê de, bi dujwarî birîndar bû û raguhastiyê yekik ji senterên derman kirinê .

Bi gotina serekaniyik agadarê vê qewimiyê, Ramyar Ibrahîmî, 23 salî, ku bo berev kirina pêjîna jiyana xwe rû bi Kolberiyê kiribû, li nêzî gundê Bêjoyê ketiya pûsiya hêzên milîtarî û ketiye ber şêlikiya wan hêzane.

Ew serekanî ew jî xiste rû, Ramyar Ibrahîmî gulleyik bi serî dane û li sedem de li nexweşxana Ormiyê li rewşa Koma deye û duxtorên nexweşxanê rewşa tendurustiya vî metirsîdar şanî dane.

Gorekî statîstîkên tûmar kirî li sentera statîstîkên ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, li midê demsala payîza sala 1392a rojî de, 12 Kolberên Kurd bi şêlikiya milîtarên hukûmeta islamiya Îranê hatine kuştin û 18 Kolberên din jî bi şêlikiya wan hêzan li vî mideyî de hatine birîndar kirin.