Şêlikiya hêzên milîtarî li Serdeşt Kolberik tûşî rewşa Koma kir

21:23 - 16 Kanûna Paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Kolberik din yê Kurd ji xelkê dewera Serdeştê li sedem şêlikiya hêzên milîtariyên hukûmeta islamiya îranê de, bi dujwarî birîndar bû.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; şeva borî de Kolberik Kurd bi navê Nadir kurê Rehmanê Mam Hisên, ji xelkê gundê” Têbet”a ser bi dewera Alana Serdeştê li ciyik binavê “Biwarê Têbetê” , gulleya hêzên milîtariya hukûmeta islamiya Îranê lêket.

Bi gotina serekaniyik gadar ji wê qewimiyê, Nadirê mam Rehman li sedem şêlikiya wan hêzan de li nexweşxana Serdeştê de li rewşa Koma deye û rewşa tendurustiya navbirî bi metisîdar hatiye ragihandin.

Serekaniya nûçê ew jî ron kir ku, li sedem şêlikiya wan hêzan de çend ser hespên bar hilgir jî hatine ji naw çonê û xisarên berçavên ekonomîkî jî bi Kolberan girtiye.

Pêşde jî li roja Sêşem, 10ê Befranbara îsal de, Kolberik Kurd ji xelkê gundê “Bejoya dewra Alana Serdeşt bi navê Ramyar Ibrahîmî, 23 salî, ji aliyê hêzên milîtarî dabûne ber gulleyan û li sedem şêlikiyê û gulle pêketin ku bi serê vê dabûn, tûşî rewşa Koma bibû.