Şêlikiya hêzên milîtarî li Banê Kolberik Kurd kire qurbanî

12:28 - 19 Kanûna pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: li doma kuştin û birîndar kirina Kolberên Kurd bi destên hêzên milîtariyên hukûmeta islamiya Îranê li ser niqta ser sînoran li dwerên Kurdistan, Kolberik din yê Kurd bi şêlikiya wan hêzan hate birîndar kirin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, Ebdul Hemîd Ehmedî ji xelkê gundê “ Encêne ya Mela sale”a ser bi şarê Banê ku li ser niqta ser sînorê şarê Bane-Herêma Kurdistan li rewşa Kolberiyê de ketiye ber şêlikiya hêzên milîtarî û li sedem de bi dujwarî birîndar bûye.

Ew qewimiya li şeva 25ê Sermawezê de hatiye pêş û Ebdul Hemîd Ehmedî bi hegera dujwariya birînên vî, raguhastiyê nexweşxana şarê Sinê kirine.

Welatiyên Kurd ser ew bawirin, hukûmeta islamiya Îran tinê bi kuştina Kolberan li hewla ji holê rakirin û nehiştina Kolberî li ser sînoran deye,li rewşik de ku bi tinê bazarşa sînoriya “Qasime Reş”a Serdeşt, zêdetir ji 45,000 welatiyên Kurd bi rêka Kolberiyê pêjîna malbatên xwe berev dikin.

Gorekî van statîstîkan ku li sentera statîstîkên ajansa nûçe gihaniya Kurdpa de hatine tûmar kirin, li despêka îsal heya niha, pitir ji 70 Kolberên Kurd bi şêlikiya hêzên milîtariyên hukûmeta islamiya Îranê li herêmên Kurdistaniyên Îranê de hatine kuştin û birîndar kirin.