Selasa Bavecanî Kuştin û birîndar bûna 2 welatiyên Kurd bi şêlikiya hêzên milîtarî

17:59 - 30 Îlon 2013
Ajansa Kurdpa: 2 welatiyên Kurd ji xelkê dewera Civanro bi şêlikiya rasterasta hêzên milîtariyên hukûmeta islamiya Iran, hatin kuştin û birîndar kirin.

Gorekî raporta ajansa Kurdpa , 2 roj pêş niha welatiyik ji xelkê gundê “Ezgele”a ser bi şarê Selasa Bavecanî ku bi motor sîklêt ber bi sînûrê “ Şêx Sele” çoye, ji aliyê hêzên milîtariyê dene ber gulleyan û li sedem bi xwe û motor sîklêta wî agir pêketiye û canê xwe ji dest daye.

Hatiye gotin, birayê wî welatiyê hatî kuştin ji xelkê gundê Ezgele ku dema li sersinûr kolberî dikir, bi heger ketin ji motor sîklêtê birîndar bûye û ew kesê ku ji aliyê hêzên milîtarî hatiye kuştin, xwestiye bi hawara birayê xwe here.

Ji aliyik din de roja Şemî 6ê Rezberê , Kurdik bi navê “ Aso” kurê Husên li ser xala sersinûriya “ Şêx Sele” ji aliyê hêzên milîtariya hukûmeta islamiya Îran, hatiye birîndar kirinê.

Ew kolberê Kurd bo derman kirina birînên wî raguhastiyê nexweşxanê kirine û he niha bin çavdêriya duxtoran deye.

Nebûna derfeta kar û her wisa xirabiya rewşa aborî li herêmên Kurd rûniştî(Kurdistanî) yên Îran bûye sedem ku hejmarik zor ji welatiyên Kurd bi tinê bona berev kirina pêdiviyên jiyanik “ nemir-nejîn” rû bi kolberiya ser sînoran kirine, lê bi roj bi şêlikiya hêzên milîtariyên hukûmeta islamiya îranê dibin qurbanî.